ANKARA (AA) - Di çarçoveya pêvajoya damezrandina hikûmetê de heyetên AK Partî û CHPyê cara pêncan hatin bal hev. Civîna ku 7 saet û nîv kişand bi dawî bû.
Civîn li Konûkeviya Dewletê ya Ankara Palasê hat kirin.
Alîkarê Serokwezîr Nûman Kûrtûlmûş, Wezîrê Çand û Turîzmê Omer Çelîk, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Volkan Bozkir, ji parlementeran Taha Ozhan, Mucahît Arslan û Wezîrê Deryavanî û Ragihandinê yê berê û Parlementerê AK PArtiyê yê Antalyayê Lutfî Elvan li ser navê AK Partiyê herwiha Alîkarên Serokê Giştî yên CHPyê Halûk Koç, Selîn Sayek Boke, Faîk Oztrak, Mûrat Ozçelîk, Parlementerê Stenbolê Akîf Hamzaçebî û Serşêwirmendê Serokê Giştî Rasîm Bolucek li ser navê CHPyê beşdarî civînê bûn.
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Volkan Bozkir û Alîkarê Serokê Giştî tê CHPyê Mûrat Ozçelîk jî cara ewil beşdarî civînê bûn.
Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê Partiya CHPyê Halûk Koç got: "Me xebatên xwe kir. Wekî ku me berê jî got, divê di vê pêvajoya krîtîk a Tirkiyê de, welat bê hikûmet nemîne, hikûmeteke demokrasîxwaz, pir reng û pir deng hebe. Bi damezrandina hikûmeteke bi vî şiklî em ê jî berpirsiyariya xwe ya siyasî bi cih bînin."
Halûk Koç got ku di civînê de li ser polîtîkaya derveyî welêt, ewlehiya hundir û derve, sîstema perwerdeyê axivîn. Koç destnîşan kir ku Tirkiye di van rojan de ji bo avakirina hikûmetê hevdîtinan dike, bi pirsgirêkên cuda cuda re rûbirû ye û wiha dewam kir: "Serenavên dê di hevdîtinê de li ser bihata axaftin berê hatibûn diyarkirin. Îşev em li ser wan axivîn û hevdîtit dawî bû."
Koç diyar kir ku piştî xebatên rojane, derbarê xebatan de raporek tê amadekirin û wê raporê ji Serokê Giştî tê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu re dişînin û wiha xeberda: "Em ê nirxandina ser civîna pêncemîn jî sibê jê re bişînin. Wekî ku me roja ewil a civînê jî gortibû me berpirsiyariya xwe bi cih anî. Peywira damezrandina hikûmetê ya Birêz Ahmet Davutoglu ye."