ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li gor encamên nefermî wek Serokomarê 12emîn ê Komara Tirkiyeyê hat hilbijartin.
Serokomarê 12emîn ê Tirkiyeyê yê ku cara yekê ji aliyê gel ve hat hilbijartin Recep Tayyîp Erdogan, di 22 saliya xwe de di nava Partiya Millî Selametê (MSP) de dest bi siyasetê kir û ewil bû serokê Şaxa Ciwanên Beyogluyê yê MSPyê. Erdoganê ku Serokatiya Şaredariya Mezin a Stenbolê jî kir, jiyana xwe ya siyasî di nava Ak Partiyê de ya ku di sala 2001ê ava kir berdewam kir û şûnde di hemû hilbijartinan de bi ser ket û di navbera salên 2003-2014an de bê navber Serokwezîrtî kir.
Erdogan wekî zarokê malbateke ji Rîzeyê di 26ê sibata 1954an de li Stenbolê jidayik bû. Erdogan di sala 1965an de ji Dibistana Piyaleyê ya Kasimpaşayê û di sala 1973yan de jî ji Lîseya Îmam Xetîbê ya Stenbolê mezûn bû. Erdogan ferqa dersan da û ji Lîseya Eyûbê bawernameya lîseyê wergirt û her wiha Erdogan perwerdeya xwe ya bilind jî li Zanîngeha Marmarayê wegirt û di sala 1981ê de ji Fakulteya Zanistên Îqtisadî û Bazirganiyê mezûn bû.
Recep Tayyîp Erdoganê ku di salên xwe yên lîse û zanîngehê de di nava Yekîtiya Xwendekarên Tirk a Neteweyî de derbas kir, di sala 1976an de dema 22 saliya xwe de bû serokê Şaxa Ciwanên Beyogluyê ya MSPyê û di heman salê de jî bû serokê Şaxa Ciwanên Stenbolê ya MSPyê.
Erdogan heta sala 1980yê peywirên xwe yên di nava partiyê de bi cih anî û di heyama 12ê îlonê ya Derbeya Leşkerî de jî qederekê di sektora taybet de mişawirî û rêveberiya bilind kir.
Erdogan di sala 1983yan de bi avakirina Partiya Refahê (PR) ve zivirî siyasetê û di sala 1984an de bû Serokê Navçeya Beyogluyê yê PRyê û di sala 1985an de jî bû Serokê Bajêr yê Stenbolê yê PRyê û endamê Lijneya Navendî ya Rêvebirinê (LNR) ya PRyê.
Erdogan di hilbijartinên herêmî yên di 27ê adara 1994an de ji sedî 25,19ê dengan wergirt û bû Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê.
Erdogan di 12ê barfanbara 1997an de li Sêrtê dema axaftina xwe ya li hemberî gel de helbesteke Ziya Gokalp xwend û ji ber vê helbestê cezayê hebsê xwar. Ji ber cezayê ku xwar, Erdogan ji wezîfeya xwe ya Serokatiya Şaredariya Mezin a Stenbolê jî hat dûrxistin û li Pinarhîsarê 4 meh girtîgehê de raza.
Heyama Ak Partiyê
Erdoganê ku di 24ê tîrmeha 1999an de ji girtîgehê tehliye bû, careke din vegeriya li ser xebatên xwe yên siyasî û di 14ê tebaxa 2001ê de jî bû yek ji avakarê Partiya Dad û Pêşketinê (AK Partî) û ji layê Lijneya Avakaran ve wekî Serokê Giştî yê Avakar ê Ak Partiyê hat hilbijartin.
Hilbijartinên Giştî
Ak Partiyê di hilbijartina giştî ya di 3yê sermawêza 2002yan de ji sedî 34,6 deng wergirt û bû partiya yekemîn, lê Erdogan ji ber biryara dadgehê ya der heqê wî de nebû namzed.
Piştî ku astenga yasayî ya li pêşiya namzediya wî rabû, Erdogan di 9ê dara 2003yan de beşdarî hilbijartina dubare ya li Sêrtê bû û bû Parlementerê Sêrtê yê Heyama 22yemîn û çû TBMMyê.
Erdogan wezîfeya Serokwezîrtiya hikûmeta 59emîn a ku di 15ê adara 2003an de hatibû damezrandin ji Abdullah Gul dewr girt.
AK Partî di hilbijartina giştî ya ku 22yê Tirmeha 2007an hat kirin de ji sedî 46,6 dengan hilda û hikûmeta 60emîn ava kir. Di hilbijartina giştî ya 12 hezîrana 2012an de jî ji sedî 49,8 deng hilda û Serokwezîr Erdogan hikûmeta 61emîn ava kir û cara sêyemîn bû serokwezîr.
Bi van encaman Erdogan di 3 hilbijarinan de jî rayên ku partiya wî hildan zêde kir.
Hilbijartina Herêmî
AK Partî di bin serokatiya Serokwezîr Erdogan de, di hilbijartina herêmî ya 28 Adar 2004an de ji sedî 40,2, di 29 Adar 2009an de ji sedî 38,6 û di 30 Adar 2014an de jî ji sedî 45,5 ray hilda.
Referandûm
Erdogan li gel partiya xwe ji sala 2003yan û şûnde di 3 hilbijartinên giştî û di 3 jî yên herêmî de bi ser ket û di vê heyamê de jî du referandûm pêk anî. Di referandûmên ku Erdogan bi xwe serkêşiya wan kir de, di ya 21ê cotmeha 2007an de ji sedî 69 û di ya 12ê îlona 2010an de jî ji sedî 58 serketin bi dest xist.