ANKARA
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) Sadî Guven wiha got: "Wisa tê fêmkirin ku li gorî encamên ewil ên maqûl, bi qasî madeya 4emîn a Qanûna Hilbijartina Serokomariyê, piraniya dengan Birêz Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan wergirt."
Guven di civîna xwe ya çapemeniyê de der heqê hilbijartina serokomariyê de daxuyanî da.
Guven bu bîr xist ku hilbijartin qediya û LBH jî dê sibê encamên berwext belav bike û wiha domand: "Ji niha û pê ve encama ji sedî 99ê dengan derbasê sîstemê kirin."
Guven bal kişand ku encama dengê 55 milyon û 189 hezar dendêran derbasî sîstemê kirin û partiyên siyasî jî ji vê hatin agahdarkirin û wiha pê de çû: "Hejmara dengdêrên sindoqên ku neketin sîstemê dê enncamê neguherîne."
Guven wiha destnîşan kir: "Wisa tê fêmkirin ku li gorî encamên ewil ên maqûl, bi qasî madeya 4emîn a Qanûna Hilbijartina Serokomariyê, piraniya dengan Birêz Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan wergirt."
Guven diyar kir ku hilbijartin bi awayekî sipehî encam dan û her wiha Guven ji ber peywira ku anîn cih ji personelê wezîfedar û partiyan siyasî, ji ber alîkariya wan jî ji personelê ewlekariyê re spas kir.
Guven got ku bila hilbijartin ji bo Tirkiyeyê bi xêr be û ew ê reqamên der heqê beşdariya hilbijartinê jî sibehê belav bikin.