Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan der heqê êrîşa li ser Serokê Grûba Medyayê ya Starê Murat Sancak da wiha got: "Ev êrîş wê zora dewletê nebin, wê medya û milletê me çavtirs neke, dengê milletê me nebire."
Akdogan li ber Navenda Giştî ya AK Partiyê daxuyanî da rojnamegeran û êrîşa li ser Sancak lenet kir.
Akdogan got, "Ev êrîş wê zora dewletê nebin, wê medya û milletê me çavtirs neke, dengê milletê me nebire" û wiha pê da çû:
"Divê ev di serî da bên zanîn. Armanc û hedefa hemû êrîşan leşker, polês, medya an jî welatiyên me yên sivîl in. Armanca van êrîşan hemû yek e. Ew jî yekîtî û yekparetiya Tirkiyeyê ye û demokrasiya me ye. Medya jî saziya girîng a demokrasiyê ye. Divê em wek millet bi hev ra hereket bikin."
Akdogan bi bîr xist ku beriya vê êrîşê jî bombe avêtibûn Grûba Meyaya Starê û wiha dewam kir:
"Kes zêde li ser vê mijarê nesekinîbû û şermezar nekiribû, bi awayekî hevpar bertek nehatibû nîşandan. Em hêvî dikin ku piştî vê bûyerê hemû medya vê bûyerê şermezar bike. Em ji bo têkoşîna li dijî terorê jî li benda piştgiriya medyayê ne, divê medya bi temamî li dijî êrîşên terorîst ên bi vî şiklî helwesta xwe bike yek. Cardin derbasî be."