Dengîr Mîr Mehmet Firat û Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Mîthat Sancar ji bo bernamzediya parlementeriyê serî li HDPyê dan.
Hevserokên Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdagê serlêdanên Firat û Sancar qebûl kirin.
Firat piştî serlêdana xwe daxuyaniyek da û got ku ji ber rewşa krîtîk a ku Tirkiye tê de ye, ji mecbûriyetê biryar da ku dîsa vegere siyasetê.
Firat diyar kir ku di sala 2008an de ji Arîkariya Serokê Giştî AK Partiyê îsrifa kir û piştî wê fikirî ku dev ji siyasetê berde lê heta hilbijartinên 2011an sekinî. Firat got ku geşedanên piştî hilbijartinên 2011an wî dixe nav fikaran.
Firat qal kir bi hêviya ku dê rewş bê rastkirin heta beriya hilbijartina Serokomariyê di AK Partiyê de ma û zêde bertek nîşan neda.
Firat li ser pirsa "Abdûllah Ocalan û Qendîlê der barê beşdariya we ya HDPyê de nêrînên xwe diyar kirin an na?" wiha axivî: "Derfeta min tune ku ez bi Ocalan re hevdîtinê bikim. Hûn dizanin ku ew li Îmraliyê ye. Derfeta min jî tune ku ez biçim Îmraliyê. Derfeta telekomunîkasyonê jî tune. Ez nikarim bibêjim 'erê an na, Abdûllah Ocalan wiha difikire'. Me bi birêz Hevserok re hevdîtin kir."
-"Ez wisa difikirim ku HDP dê ji texmînan zêdetir deng bistîne"
Prof. Dr. Mîthat Sancar jî diyar kir hilbijartina ku dê di 7ê hezîranê de bê kirin gelekî girîng e û wiha axivî: "Ez wisa difikirim ku HDP di mijara derbasbûna ji bendê de dê rastî tu pirsgirêkê neyê, wisa difikirim ku dê ji texmînan zêdetir deng bistîne."
Sancar qal kir ku Demîrtaş namzedî teklîfê wî kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Min biryar da ku mafê min tune ku ez ji daxwazeke wiha re bibêjim 'na'. Hem beriya hilbijarinê, hem di heyama hilbijartinê hem jî dê piştî hilbijartinê dê bandor û rola HDPyê hebe. Min jî ji bo ku ez di vê rolê de berpirsyariya ku dikeve li ser milê min cî bînim, bi hişmendiya peywirê serlêdana xwe ya ji bo namzediyê kir."