Orhan Yoldaş,Fırat Özdemir
10 Nîsan 2021•Rojanekirin: 11 Nîsan 2021
Li Gazîentab, Meletiye û Adiyemanê ji ber qedexeya derketina derva ya ji bo tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) dawiya hefteyê hat îlankirin kuçe û kolan vala man.
Ji ber ku di nav bajarên xetereya zêde da cî digrin li Gazîentab, Meletiye û Adiyemanê ji saet 21.00ê duh pê va qedexeya derketina derva dest pê kir.
Li Gazîentabê hat dîtin ku herêmê qerebalix dibin vala man. Ekîbên polêsan li meydan, rê û dirban kontrolên xwe didomînin.
- Meletiye
Li Meletiyê herêmên qerebalix bi destpêkirina qedexeyê va vala bûn. Ekîbên ewlekariyê li meydan, rê û dirban kontrolên xwe didomînin.
- Adiyeman
Li Adiyemanê kolanên qerebalix, Meydana Sumerê, kolanên Harikçî û Golebatmazê vik û vala man.
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr jî kontrolên xwe didomînin.