Gelo alîgirên PKKyê yên ku di çalakiyên bêdestûr de, kevir û molotofan diavêjin polêsan çima etek li xwe dikin? Ev pirs bû mijara rexneyê. Rêxistinên civakî yên sivîl diyar kir ku ev rê û rêbaz li gor destûrên dînê nînin, jin jî bi vê rêya tên bêqîmetkirin û biçûkxistin.
Di serî de çalakiyên bêdestûr ên bi hinceta êrîşên ser Kobanê hatin lidarxistin û çalakiyên din de, alîgirên PKKyê him rûyên xwe pêça bû him jî etek li xwe kiribû, ev rewş bal kişand. Di bûyerên li Rojhilat, Rojhilatê Anadoluyê û Stenbolê qewimîn de, alîgirên PKKyê cil û bergên wiha li xwe kiribûn û her mirovek vê rewşê bi awayekî cuda şîrove kiribû.
Hinekan got dixwazin nîşan bidin ku jin jî tevlî bûyeran dibin, hinekan got ji bo çek, van cil û bergan li xwe dikin, hinekan jî got ev cil û berg di nav endamên rêxistinê şîfreyek e.
Berdevkê Platforma Aştiyê ya Şaxa Zeytûnê Muhammed Akar daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku li Başûrê Rojhilat ji dayik bûm û li vir mezin bûm; lê heta niha min nedît ku di tu çalakiyan bêdestûr de etek li xwe kirin û rûyê xwe pêçandin û wiha dewam kir:
"Di demên dawîn de çalakvan di bûyeran de, galoş dikin piyê xwe, lepikên ameliyatê yên bijîşkan dikin destê xwe, etek li xwe dikin û riyê xwe jî dipêçin."
Akar got ku hin kes tiştên derîqanûnî dikin û naxwazin li meydanê delîlek bihêlin an bimîne.
Akar destnîşan kir ku ev rê û rêbazeke nû ye û dibe ku bixwazin bi vê rêbazê peyamek bidin hin cihan û wiha pê de çû: "Dibe ku hin hêzên tarî dixwazin bibêjin me biryar dabû û gotibû ku em ê çalakiyek wiha lidarbixin û me ew li dar xist. Dibe ku bi vê hincetê wan çekan li xwe kiribin. Bimeyzînin me wiha soz dabû û me soza xwe bi cih anî."
-"Ev yek nayê qebûlkirin"
Serokê Egitim-Bîr-Senê yê Şaxa Diyarbekir Yûnûs Memîş jî destnîşan kir ku mêr cil û bergên jinan li xwe dikin, heta niha tiştekî wiha nehatibû dîtin, civak hînê tiştên wiha nîne û wiha dewam kir: "Ji aliyekî ve behsa maf û azadiyên jinan dikin û ji aliyê din ve jî jina di civakê de biçûk dixin. Em ji ber vê tevgerê xemgîn in. Em vê tevgera derîorf û edetan şermezar dikin."
Serokê Yekîtiya Xebatkarên Weqfa Diyanetê (Dîn-Bîr-Sen) yê Herêmê Mehmet Ozer jî wiha got: "Kurd, geleke bawermend e. Heta îro tevgereke wiha nebaş nehatiye dîtin. Wekî ku li vir jî tê dîtin, ciwanên ku ji dîn tên dûrxistin bi hêsanî dikarin bikin rêyên nebaş. Sedema van bûyeran bi taybetî ev e."