19 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2016
BITLÎS
Germava Bûdakliya Norşîna navçeya Bitlîsê di mehên zivistanê da bala hunermendên fotografan dikişîne.
Hunermendên ku ji çar aliyê Tirkiyeyê ber bi herêmê ve tên, wêneyê zarokên ku di mehên zivistanê da, di germava bi qasî 40 pileyan germ da, dewar û hespên xwe dişon, digirin.
Serokê Komeleya Fotograferên Bitlîsê Îskender Selçûk, di daxuyaniya xwe da gotin tevî mercên sextên zivistanê bi mebesta wênegirtinê têne germava Bûdakliyê.
Selçûk anî ziman ku ew germav cihekî nayab e ji bo hunermendên fotografan û got, "Vê derê cihekî gelekî xweş e û ji bo wênegiran navenda balkêşiyê ye. Hejmareke gelek wênegir ji cihê cûrbicûrê Tirkiyeyê têne vê derê."
Yek ji hunermendên fotografan Ozkan Olcay jî destnîşan kir ku welatiyên ku li gundê Bûdakliyê dijîn, dawiya hefteyan bi mebesta şûştina dewar û hespên xwe tên germavê û got, "Em jî weke wênegiran wêneyan li vê derê digirin. Vê derê navendeke balkêş e ji bo wênegiran. Ne tenê ji herêmê, ji hemî aliyên Tirkiyeyê wênegir serdana vêderê dikin."
Îsmaîl Araboga jî anî ziman ku di her ku derfetê dibînin têne germavê û got, "Yên ku ji dervayî bajêr serdana vê derê dikin em vê derê bi wan didin naskirin."