Nihat Kavşut
21 Mijdar 2017•Rojanekirin: 21 Mijdar 2017
BITLÎS
Li Norşîna (Guroymak) navçeya Bedlîsê Maşallah Çigciyê 57 salî qederê 40 sal in êzingan hûr dike û komirê dikşîne û pê debara xwe dike.
Çigciyê li gundê Kaleliyê dimîne û 6 zarokên wî hene zivistanê bi hûrkirina êzingan û kişandina komirê debara xwe dike.
Maşallah Çigci li gor daxwazê rojê carna 3 ton û carna jî 400 kîlo êzing hûr dike.
Çigci dema karê êzingan tunebe jî komirê dikşîne.
- "Ez rojê 2 ton êzing hûr bikim 60 lireyî qezenc dikim"
Maşallah Çigci daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji ber ku karekî din tuneye ez êzingan hûr dikim û komirê dikşînim. Min 5 zarokên xwe zewicandin û yek jî li Stenbolê dixebite. Niha jî ez û jina xwe bi tenê mane."
Çigci diyar kir di hûrkirina êzingan da jêhatî ye û wiha got: "Heger ez rojê 2 ton êzing hûr bikim 60 lireyî qezenc dikim. Lê heger 400 kîloyî hûr bikim zêde pere qezenc nakim."
Maşallah Çigci diyar kir di xortaniya xwe da dest bi kişandina komirê kiriye û got loma jî ji min ra zor nayê.
Çigci destnîşan kir roja ku kar tunebe jî li zeviya xwe zewze û fêkiyan diçîne û got ez hez nakim herim li çayxane û qehwexaneyan rûnim.