19 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2016
ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnexê piştî ku qedexeya derketina derva hat rakirin kûçe û kolan dîsa geş bûn.
Piştî ku Walîtiya Şirnexê ragihand ku qedexeya derketina derva ya ku ji bo girtina mensûbên rêxistina terorê, tijîkirina xendekên kolandî û rakirina barîqatan tê meşandin, di navbera 05.00-18.00an da hat rakirin û şûnde kuçe û kolanên navçeyê geş bûn.
Welatiyên ku ji ber xendek û barîqatên mensûbên rêxistina terorê mecbûr man ku malên xwe biterikînin, vegeriyan navçeyê. Vegera welatiyan a ji bo navçeyê li qadên ewlekariyê bi awayekî kontrol pêk hat. Gelek welatî ku di navê da dergûş jî hene dîsa vegeriyan malên xwe.
Piştî rakirina qedexeya derketina derva hin dikan û kargeh dîsa vebûn, li ber ATMyên bankeyan dor çêbûn. Hat xuyanê ku gelek welatî çûn marketan û ji firoşkarên ser kolanan danûstandin kirin.
Piştî rabûna qedexeyê welatî ji ber ku dikarin derkevin derva memnûn in, esnaf jî ji ber ku piştî 35 rojan kargehên xwe vekirin kêfxweş in.