Nihat Kavşut
01 Adar 2019•Rojanekirin: 01 Adar 2019
Serokomar Erdogan bo rexneyên dijî ciyên tenzîmê wiha got: "Heger biha bên asteke maqûl em ê ji qadê vekişin, lê heger ev çênebe em ê hin gavên din jî biavêjin."
"Kesên dixwazin rê li ber bigirin ku Tirkiye pêşva here her dem cudahiyên me derdixin pêş û diemilînin û ev jî belasebeb nîne."
"Welatiyên min ji nav lepên sîmsaran hatin xilaskirin. Di firotina tenzîmê da biha ji sedî 50 kêm bûn û hê jî kêm dibin."
"Kemal Efendî tu aciz bibî jî nebî jî li vî welatî em ê heqê jiyanê nedin kesên dixwazin karê şêlandinê bikin."
"Me mîna hin kesan siyaseta herêmekê û îstismarê nekir. Me tu wextî nexşeya Tirkiyeyê gorî rengan dabeş nekir. Em partiyeke wisa nînin ku mîna CHPyê li hin herêm û bajaran yan jî li peravan hepiskirî bimînin."
"Di 31ê Adarê da yan em ê mîna 17 salên dawîn bibêjin 'Bira îstiqrar dewam bike û Tirkiye mezin bibe' yan jî em ê li ber welatê xwe deriyê tiştên nediyar vekin."
"Teror ji nediyariyê hez dike. Derbekar ji hikûmetên qels hez dikin. Kesên çav berdane nan û debara xelkê ji îqtidarên bêhêz hez dikin. Kesên dijminatiya Tirkiyeyê dikin ji siyasetmedarên dikarin îdare bikin hez dikin. Tiştên piştî 7ê Hezîranê qewimîn nîşan didin ku di valahiyekê da çi li Tirkiyeyê diqewimin."