Li Tirkiyeyê di navbera salên 2007 û 2014an de li sazî û dezgehên qamûyê hejmara karmendên biqadro 727 hezar û 764 kes zêde bû û derket 2 milyon û 805 hezar û 463an, hejmara xebatkarên bipeyman jî ji 223 hezar û 367 kesan daket 120 hezar û 367an.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Wezareta Dadê berhev kir, ji dawiya meha îlonê ya par pê ve hejmara karmendên ku bi qadro dixebitin 2 milyon û 805 hezar û 463 kes in. Dema ku meriv vê hijmarê bi daneyên 2007an re dide berhev dibîne ku hejmara karmendan 727 hezar 764 kes zêde bûye.
Di nav saziyên qamûyê de herî zêde (946 hezar û 531 kes) karmend di Wezarata Perwerdehiya Neteweyî de dixebitin.
Hejmara kesên ku di qamûyê de bi peyman dixebitin jî di heman demê de ji 223 hezar û 367 hezar kesan daket 120 hezar û 367 kesan. Xebatkarên bipeyman herî zêde (24 hezar û 465 kes) di nexweşxaneyên qamûyê de dixebitin.
Di sala 2007an de hejmara xebatkarên biqadro yên ku di dewletê de cih digirin 375 hezar û 211 kes bû û ev hejmar di sala 2014an de derket 339 hezar û 788an.