İbrahim Atmaca
25 Mijdar 2018•Rojanekirin: 25 Mijdar 2018
ANKARA
Emîne Erdoganê li ser Twitterê ji bo 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şideta Ser Jinê daxuyanî da.
Emîne Erdoganê di parvekirina xwe da got, "Her cureyê şidetê sûcê mirovahiyê ye." û etîketên "Ji Şideta Ser Jinê ra Na", "Xeta me ya Torincî" jî nivîsî.
Emîne Erdoganê vîdeoya ku di çarçoveya Kampanyaya Têkoşîna Şideta Ser Jinê da hat amadekirin û li ser hesabê Twitterê yê fermî yê Serokomariyê hat weşandin jî parve kir.
Di vîdeoyê da wiha tê gotin:
"Şideta li malê di kîjan şert û mercan da çêdibe bira bibe, meşrû nîne. Efû an jî behaneyeke şideta jinê tuneye. Li gor qanûnên me kesê ku şidetê dike, heke li dijî biryara tedbîrê ya ku hatiye dayîn hereket bike, bêyî ku lêpirsîn û darizandin were kirin, bê taloqkirin, bêyî ku vegerînin cezayê pere rasterast dikevin hebsê. Şideta malê li hebsê kuta dibe."