ANKARA
Alikarê Serokê Şaredariya Sêrtê Abdullatîf Ç.duh li Sêrtê ji ber sedema dest avêtina 2 keçikan hatibû bin çav kirin û her du keçik jî ji hêla Wezareta Polîtikayên Civakî û Malbatê ve hatibûn hildan.
Wezareta Polîtikayên Civakî û Malbatê diyar kir ku her du keçikên ji hêla Alikarê Serokê Şaredariya Sêrtê Abdullatîf Ç. ve dest li wa hatibû avêtibûn, hatin parastin.
Li gor daxuyaniya wezaretê keçikên 13 û 17 salî ji hêla wezaretê ve hatin parastin.Pisporên Miduriyeta Sêrtê dest xebatên tenduristiya zarokan kirin û at diyar kirin ku mişawiriya hiqûqê wê beşdarî vê dozê bibe.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku wezaret heta îro mudaxilê 126 dozan bûye.Ji van dozan 6 heb bi dawî bûne û cezayên herî giran hatine dayîn.Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:"Di nav van dozên ku ji hêla wezareta me ve tê şopandin du heb dozên giran safî bûn.Ji van yek doza Alîkarê Midûrê Dibistaneke Seretayî Fahrettîn Kuzu ye.Li Sêrtê ji ber ku dest avêtina 4 keçikan doz li Fahrettîn Kuzu hat vekirin û wî 46 sal û 8 meh ceza xwar. Doza din jî doza Mamosta Esîn Gunes e. Du sal berê li Sêrtê Mamosta Esîn Gunes li bin kendalekî mirî hatibû dîtin.Di dozê de hat fêmkirin ku ev kuştineke û mêrê wî cezaya muebbetê xwar."
Alikarê Serokê Şaredariya Sêrtê Abdullatîf Ç. hat berdan.
Ji hêla din Alikarê Serokê Şaredariya Sêrtê Abdullatîf Ç. yê ku ji ber îdiaya dest avêtinê hatibû binçav kirin jî, bê girtin were darizandin serbest hat berdan.
Partiya Demokrasî û Aşitiyê (BDP) daxuyanî da ku Alikarê Serokê Şaredariya Sêrtê Abdullatîf Ç. ji partiyê hat avêtin.