ANKARA
Li Ankarayê çalakvanên ku piştgiriyê didin bûyerên Parka Gezîyê bi polêsan re pev çûn.
Çalakvanan ku li ser kolanên Dîkmen û Kenediyê hatin li bal hev û rê bi barîkatan girtin. Polêsan jî bi ava tazyîkî mudaxaleyê çalakvanan kir.
Piştî bûyeran kesekî rûyê wî girtîbû li ser kolana Kennediyê û 10 kesên li ser kolana Dîkmenê bi tevahî 11 kes hatin binçavkirin.
2 polês jî birîndar bûn
Di 2yê hezîranê de, di çalakiyên ji bo "Parka Gezîyê" de Alî Îsmaîl Korkmazê ku ji aliyê hin kesên nasnameya wan hêj nehatiye eşkerekirin ve hatibû derbkirin, di nexweşxaneya ku dihat tedawîkirin de jiyana xwe ji dest da. Piştî mirina wî hin kesên ku li Hatayê çalakî li dar xistin bi keviran êrîşê polêsan kirin û polêsan jî mudaxeleyê wan kir.
Bi mudaxaleya polêsan, çalakvan li kuçeyan belav bûn, lê demek şûnde li ser kolana Gunduzê kom bûn. Bi molotof, kevir, xwar û gelek tiştên din ve êrîşî polêsan kirin.
Polêsan bi xaza îsotê û TOMAyê mudaxaleyê koma ku agir pê xistibû û barîkat ava kiribû kir. Di bûyerê de 2 polês birîndar bûn.