ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag di weşana zindî ya televîzyona A Haberê de bersiv da pirsan.
Bozdag der heqê Sûriyê de wiha got: "Her kes qebûl dike ku li Sûriyê çekên kimyewî hatin bikaranîn lê der barê "Gelo kê ev çek bikaranîn?" de hin îdiayên cuda hene. Bi rastî divê NY zêdetir giraniya bide ser mijarê û li Sûriyê hekemiyê bike. Niha raya giştî ya navneteweyî ya hewce nake û ev yek ne bi tenê ji bo Sûriyê, ji bo hemî dinyayê talûkeyeke mezin e."
-Pêvajoya çareseriyê û vekişîna endamên PKKê
Bozdag der barê pêvajoya çareseriyê de jî axift û wiha dirêjî da axiftina xwe: "Divê her kes bizane ku dewlet her tiştî ji her kesê jêtir dizane. Endamên rêxistina terorê hêj bi temamî ji axa Tirkiyê derneketine. Di vê mijarê de PKK û BDP jî di nav listikeke qirêj de ne. Yek xwe dike yê baş, yê din jî xwe dike yê xirab. Daxuyaniyên ji hev cuda didin lê heman tiştê dibêjin. Her wiha hewl didin ku raya xwe ya giştî ji kîjan alî ve dixwazin, ber bi wî alî ve birêvebibin. Ji aliyê din ve, li pêşiya me hilbijartin hene û BDP baş dizane heke her kes di nav rewşeke aram de here ser sindoqê, dê gelek dengan berze bike. Ji bo vê jî naxwazin teror axa Tirkiyê biterikîne. Lewra bi saya terorê dengan distînin."
-Tirkiye heta ku teror xilas bibe dê têkoşîna xwe bidomîne
Bozdag bi bîr xist ku ji rêxistina terorê daxuyaniya ku "me paşvekişîn da rawestandin" hat û wiha dewam kir: "Dewlet li gor rêxistinên terorê tevnagerin. Teror çi dixwaze bila bike lê bila her kes bizane ku dewleta me jî heta ku teror xilas bibe dê têbikoşe."