ANKARA
Ji bo bernameya tayînan li Salona Başogretmen ya li wezaretê, merasimek hat lidarxistin. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci ji ber bernameya xwe ya li Îstanbûlê bi rêya telekonferansê beşdarî bernameyê bûn. Alîkarê Wezîrê Perwerdeyê Osman Erdem, Musteşar Yusuf Tekîn û burokratên wezaretê, mamosteyên berendam û malbatên wan jî amade bûn.
Wezîr Avci di merasimê de got ku di 10 salan de 408 hezar û 47 mamoste tayîn kirine. Ji bo mamosteyan gavên cîdî davêjin û wiha dewam kir: "Tiştên ku em bikin hêj zêde ne. Înşellah em ê peyderpey hin gavên dîtir biavêjin."
Wezîr Avci, ji bo mamosteyên ku tayîna wan derneketiye jî got ku kîjan bi xêr be, bila ew bibe. Encam çi dibe bila ya bi xêr bibe. Mamsoteyên ku tayînê wan derketiye jî pîroz dikim.
Mamosteyên ku tayîna wan çêbûye dê di 11ê îlonê de dest bi perwerdeya lêgermbûnê bikin.