ANKARA
Hikûmeta 62yemîn a ku di serokatiya Parlementerê Konyayê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Ahmet Davutoglu de hat damezrandin ji Meclisê dengê pêbaweriyê hilda.
Di Lijneya Giştî ya Meclisê de ji bo hikûmeta 62yemîn dengdayîna elektronîk hat kirin. Di dengdayînê de 439 deng hatin dayîn.
Hikûmeta 62yemîn di dengdayîna pêbaweriyê de 306 deng hilda û li dijî wê jî 133 deng hatin dayîn.