Haydar Şahin
21 Îlon 2019•Rojanekirin: 22 Îlon 2019
Li bendê ne ku li 4 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê baran bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li herêmê germahiya hewayê ew ê bi qasî 2 pileyan ji ya demsalê kêmtir bibe.
Tê texmînkirin ku piştî nîvro li Erzirom, Erzincan, Qers û Erdexanê baranê bibare, bayê rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Qers û Erziromê 7, li Erdexanê 8, li Agiriyê 9, li Îdir û Tunceliyê 14, li Erzincanê 15 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 30, li Agiriyê 25, li Tuncelî û Erzincanê 23, li Qersê 21, li Erziromê 19 û li Erdexanê jî 16 pile be.