Efsa Çağla Yavuz
09 Nîsan 2025•Rojanekirin: 09 Nîsan 2025
Ji bo herêmên cuda yên welêt hişyariya bahozê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, îro ji danê nîvro û pê va li Rojhilatê Anadoluyê, li rojhilatê Qeyserî, Sêwas, Gumuşhane, Bayburt, li bakurê Kahramanmaraşê, li başûr û rojhilatê Diyarbekir, Mêrdîn, Batman û Sêrtê ji aliyê başûr va ba û bagera gur wê çêbibe.
Ji ber rewşên neyînî yên wek welgerîna dar û dîregan, firîna banê xaniyan, jehrîketina ji sobe û xaza sirûştî, li deverên bilind ketina şepeyê hişyarî hat dayîn ku welatî bila hişyar û baldar bin.