ANKARA
Navenda Çapemeniyê ya Serwezaretê, der barê hevdîtina Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan a li gel malbatên bûyera Uludereyê de daxuyanî hat dayîn. Hat bibîrxistin ku Erdogan, di 26ê tîrmehê de piştî merasîma vekirina Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya Şirnakê bi hin merivên bûyera Uludereyê ku di 28 çileyê pêşî yê 2011an de li herêma sînor hatibûn kuştin hevdîtinek pêk anîbû.
Hat diyarkirin ku der barê vê hevdîtinê de îdiayên nerast belav bûne û wiha hat gotin: "Malbatan di çarçovaya vê hevdîtina însanî de fikir û daxwaziyên xwe vegotine. Serokwezîrê me yê birêz jî bal kişandiya ser girîngiya bûyerê û behsa helwesta hıkûmetê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku der heqê vê hevdîtinê de tiştên bêbinyad û nerast têne gotin û wiha hat dewamkirin: "Serokwezîrê me yê birêz, bi awayekî samîmî guh daye malbatan û fikrên xwe yên ku ji aliyê gel ve jî têne zanîn dubare kirine. Di van fikran de tu guhartin tuneye." Hat gotin ku Serokwezîr gotiye divê meriv ji pêvajoya darazê bi bawer be.
Hat gotin ku li ser pirsa "Gelo bêyi destûra Serokwezîr operasyoneke wiha tê kirin?", Serokwezîr gotiye ku destûra vê bûyerê min nedaye.