Cuma Sarı, Rauf Maltaş
26 Tebax 2021•Rojanekirin: 28 Tebax 2021
Di rêjeya aşîkirina welatiyên ji 18 salî mezintir da li Şanliurfayê rêjeya doza ewil a aşiyê ji sedî 53,8ê welatiyan xistin û li Tirkiyeyê bi tenê Şanliurfa di kategoriya sor da ma. Eşîrên sereke yên li bajêr ji bo aşiyê bangî welatiyan kirin.
Eşîrên li bajêr jî piştgirî dan hewlên zêdekirina rêjeya aşiyê ya teşkîlata tenduristiyê, yekeyên ewlekariyê, saziyên dewletê û saziyên civaka sivîl dimeşînin.
Ahmet Bucakê mezinê eşîra Bucaxê û Serokê Odeya Zîraetê ya Sêwregê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hem ji eqrebeyan ra hem jî cotkaran ra salix didin ku bira aşî bibin.
Bucak destnîşan kir ku ji bo aşîkirinê bi cotkaran ra diaxivin û wiha pê da çû:
"Em ji heval û hogiran ra dibêjin ji bo me nebe jî dibê ji bo hezkiriyên xwe aşîya xwe li xwe bixin. Lewra meriv ji derva vê nexwşiyê hildide. Dibe ku dê û bavên me, ewladên me xanimên me ji ber me bi nexweşiyê bikevin. Ji bo nebin sebeb dibê aşî bibin. Ez bang dikim û dibêjim ku ji aşiyê nerevin. Ji bo jiyaneke ewledar aşî bibin, ji bo hezkiriyên xwe aşî bibin. Em heval û hogiran teşwîq dikin ku aşî bibin. Dibê zûka aşî bibin û ji kategoriya sor xilas bibin."
- "Ez doza 4an difikirim"
Hasan Îzolê ji mezinên eşîra Îzolê jî got Şanliurfa di aşîkirinê da paşda ma ji ber vê li ber xwe dikeve.
Îzol destnîşan kir ku di têkoşîna dijî nexweşiyê da sîlaha herî mezin aşî ye û wiha axivî: "Min 3 doz aşî li xwe xist. dema doza 4an were ez ê wê jî li xwe bixim. Çareya xilasbûna ji vê nexweşiyê bi tenê aşî ye.
Nexweşiyeke wisa ye ku hûn li nexweşxaneyê tena serê xwe, bêyî ku kesekî we li cem we be, bêkes û mihtacî nefesekê dimînin. Tekane rêya çareserkirina wê bi eşkere aşî ye. Em ji însanên xwe ra, ji welatiyên xwe ra, ji gelê xwe ra û ji hevalên xwe yên herêmê ra pêşniyaz dikin ku bila der barê aşiyê da heas bin, yek saniyekê jî bila dereng nexin û aşî bibin, ji malbat û derûdora xwe ra pêşniyaz bikin."
Îzol got ji ber nexweşiyê gelek kes mirine û bila însan guh nedin gotegotên der barê tesîrên nebaş ên aşiyê da tên gotin.
Saît Badilliyê serkirdeyê eşîra Badilliyê ye jî got wî 3 doz aşî li xwe xistiye ew her tim ji der û dora xwe ra dibêje ku bila aşî bibin û wiha axivî: "Dema aşî nebe hevdu hembêz kirin jî nabe, dawet jî nabin. Em ji hemû eşîran ra dibêjin aşî şert e, em mecbur in aşî bibin. Em ji Şanliurfayê ra, ji gundan ra û ji eşîran ra pêşniyaz dikin ku bila aşî bibin. Bêyî aşiyê meriv nizane sibê wê çi bibe. Înşallah gel jî eleqeyê wê nîşan bide. Duh ez li navenda tenduristiyê bûm gelek kes ji bo aşiyê hatibûn, di demên dawîn da eleqeyeke zêde bo aşiyê heye. Ji bo ku em ji vê bela şewbê xelas bibin em hewl didin. Em dixwazin bila her kes biaramî rûnê xeber bide, hevdu hembêz bike."
- "Em bi 280 ferdên xwe ra bi tevahî aşî bûn"
Mehmet Emîn Şeyhanliogluyê serkirdeyê eşîra Şeyhanliyê jî got ew ji destpêka şewbê vir va guh didin hemû tevdîrên ku dewletê eşkere kirine.
Şeyhanlioglu wiha axivî: "Min 2 doz aşî li xwe xist. Me guh da banga aşiyê, em bi 280 ferdên ra bi tevahî aşî bûn. Hemû ferdên me yên eşîrê guh didin banga aşiyê. Me xebatkarên tenduristiyê vexwend gundê xwe. Bila sax bin, eqrebayên me jî guh dane me û aşî bûn."