Önder Beyter
19 Mijdar 2018•Rojanekirin: 20 Mijdar 2018
MALATYA
Ji bo Meletî, Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê hişyariya cemed û hişkiyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 13emîn, li herêma ku Meletî, Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê dihewîne, heya roja din ber destê sibehê hewa dê perçe û pir ewrayî be.
Li herpênc parêzgehên ku tê çaverêkirin, germahî dê 2-3 pile zêde bibe, ba jî wê ji milên cuda nerm û car caran jî nîveqewî rabe.
Di daxuyaniyê da herwisa hat balkişandin ku li parêzgehên navborî ji ber ku bi şev û destê sibê dê cemed û hişkiyê bikeve erdê û herwiha mij û bûsî dê çêbe, li hemberî rewşên nexweş ên wekî astengiya di çûn û hatinê da û kêmbûna di mesafeya dîtinê da divê welatî û kesên eleqedar baldar û bitedbîr bin.