Mehmet Yusuf Melikoğlu
12 Gulan 2024•Rojanekirin: 14 Gulan 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Kêm hestên mirovî hene ku mirov dikare bi merhemeta dayikê ya ji bo zarokê xwe ra bide ber hev. Îro derfeteke pir watedar e ku em ne tenê spasiya dayikên xwe bikin, her wisa bandora wan a li ser jiyana me jî bi bîr bînin."
Erdogan bi wesîleya Roja Dayikan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir.
Serokomar Erdogan "Roja Dayikan" a hemû dayikan pîroz kir, ji bo dayikên çûne axretê got rehma Xwedê li wan be û ew wan bi rehmetê bi bîr tîne.
Erdogan di peyama xwe da wiha got: "Dayikên me yên ku mînakên xesletên bedew ên wekî evîn, merhemet û fedakariyê ne xezîneyên herî bi qîmet ên jiyana me ne.
Divê em di serî da dayikên hêja yên şehîdan ên ku ji aliyê şehîdên me yên ezîz va ji bo me emanet in wek xezîneya bêhempa biparêzin Di her derfetê da divê em hezkirina xwe bi awayekî herî baş nîşanî dayikên xwe bidin. Kêm hestên mirovî hene ku mirov dikare bi merhemeta dayikê ya ji bo zarokê xwe ra bide ber hev. Îro derfeteke pir watedar e ku em ne tenê spasiya dayikên xwe bikin, her wisa bandora wan a li ser jiyana me jî bi bîr bînin. Wek endamên wê baweriyê yên ku bihuştê li binê lingên dayikan da dibînin divê em wezîfe û berpirsyariyên li ser stûyên xwe bi cî bînin û divê em ji bîr nekin ku diayên bi xêr yên dayikên me, ji bo me hêza herî xurt e."