Ji telebeyên Bedîuzeman Seîdê Nûrsî Abdulkadîr Badilli (78) li nexweşxaneya ku dihat dermankirin, wefat kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirt, Badilli ber destê sibehê li Nexweşxaneya Zanîngeha Gaziyê ya Enqereyê wefat kir.
Serokê Platforma Barlayê Saîd Yuce destnîşan kir ku Badilli mehek berê bi balafirambulansê ji Rihayê anîbûn Enqereyê û îro ber destê sibehê li Nexweşxaneya Zanîngeha Gaziyê ya Enqereyê wefat kir.
Yuce diyar kir ku wê cinazeyê Badilli roja şemiyê li Rihayê were veşartin û wiha got: "Wê telebeyên Bedîuzeman ên ku li heyatê ne û ji welêt û derveyî welêt gelek kes beşdarî merasima cinaze bibin."
Badilli bi berhema xwe ya 3 cild a bi navê "Tarîxçeya Heyatê ya Mufassal" tê naskirin.