Herêm ji bilî wezîfedaran ji her kesî re hat girtin. Rojnamevanên ku çend roj in li herêmê dixebitin jî, ji herêmê hatin derxistin. Bi tenê mufetişên Serokatiya Lijneya Teftîşê, cendirme û xebatkarên kanê dê li kanê bixebitin. Li ser vê biryarê hewl dê bê dayîn ku sedema qezayê bê dîtin.