22 Adar 2016•Rojanekirin: 23 Adar 2016
VAN
Di biryara bihincet a doza 6 bersûcan ya ku di nav de parlamenterê HDPyê Lezgîn Botan jî heye de hat gotin ku "KCK ew plan e ku PKKyê ji çiya bînin bajêr, terora çiyayî veguhazînin terora bajarî".
Doza ku di nav de parlamenterê HDPyê Lezgîn Botan, parlementerê berê Selamî Ozyaşar û bi giştî 6 bersûcan li Dadgeha Cezaya Giran a 2yemîn a Wanê hat dîtin. Ji bo doza ku 4 bersûc 6 sal û 3 meh cezayê hepsê ve hatin cezakirin biryara bihincet hat amadekirin.
Di biryarê de der barê rêxistina terorê KCKyê de agahiyên bihûrgilî hat dayîn û wiha hat gotin: "Sîstema KCKyê piştî ku serokê rêxistina terorê Abdullah Ocalan hat girtin, biferman û telîmatan ve hatiye avakirin. Armanca KCKyê ew e ku li herêmên kurd lê dijîn ji xweserîbûnê derbasbûna serxwebûnê ye, ew plan e ku PKKyê ji çiya bînin bajêr, terora çiyayî veguhazînin terora bajarî. Armanca dawîn ew e ku Tirkiye jî di nav de li 4 welatan ewil bi mafên çandî û nasnameyê ve "xweserîbûna demokratîk" bidestxistin û piştre "konfederalîzma demokratîk" îlankirin û paşê jî Kurdistana konfederal ya 4 perçe avakirin e."
Hat gotin ku têkiliya KCKyê û PKKyê bi hev re heye û ev rêxistina terorê di nav PKKyê de ji bo ku van armancan bi cih bîne ji rêvebiriyeke payebilind hatiye avakirin.
- "Bersûc parlamenter be jî darizandin nabe bê rawestandin"
Der barê bersûc parlamenter Botan de jî di biryarê de wiha hat gotin: "Ji bo sûcên li hember ewlehiya dewletê û pergala makezagonî hatine kirin heke bersûc parlementer be jî di doza kamuyê de darizandin nabe bê rawestandin.
- Li mala piştgiriya perwerdeyê perwerdeya rêxistinî
Di biryarê de behsa mala piştgiriya perwerdeyê hat kirin û hat gotin ku di lêgerîna li van malan de wêneyên endamên rêxistinê, jiyana wan, pirtûkên Abdullah Ocalan hatine dîtin û ev tişt wek perwerdeya îdeolojîk hatine bi kar anîn.
Hat gotin ku ji bo ku dewleteke serbixwe bê avakirin bersûcan hewl daye ku têkîliyên menewî yên kesan ji dewletê bên birîn û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji bo dewleteke nû ji bo ku çavkaniyên mirovan bê avakirin xebat hatine kirin. Ji ber vê bêşik eşkere ye ku bersûc endamên rêxistina terorê ne."
Li Wanê di 25ê hezîrana 2011an de tîmên Şaxa terorê yên Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr li hember KCKyê operasyon kiribûn. Mamoste Lezgîn Botan, Selamî Ozyaşar, Mahmut Galîp Yavîç, Hakan Yaman, Muzahît Karakuş û Sînan Gunduz hatibûn binçavkirin. Der barê wan de ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê PKK/KCKyê" doz hatibû vekirin. Ji 6 bersûcan der barê Parlementerê HDPyê Botan, Parlamenterê HDPyê yê Wanê Ozyaşar, endamên Egîtîm-Senê Yavîç û Yaman de 6 sal û 3 meh cezayê hepsê hatibû dayîn. Der barê Karakuş û Gunduz de jî biryara beraetê hatibû dayîn.