22 Adar 2016•Rojanekirin: 23 Adar 2016
HEKKARî
Li Yuksekovaya navçeya Hekkariyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 2 polês cangorî bûn û 9 hêzên ewlekariyê birîndar bûn.
Li gorî agahiyan li taxên Eski Kişla, Orman, Mezarlik, Yeşildere, Yeni, Cumhuriyet, Dize, Gungor û Esentepe bi mebesta dagirtina kortalan û rakirina barîkatan piştî qedexeya derketina derva ya 13ê adarê, operasyon hatibû destpêkirin.
Di operasyonên navenda navçeyê da di navbera hêzên ewlekariyê û terorîstan da pevçûn derket. Di pevçûnan da 2 polêsê tevgera taybet û leşkerek cangorî bû û herwiha yek ji wan polês û 8 ji wan leşker 9 hêzê ewlekariyê birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyan û li navçeyê operasyon berdewam in.