26 Mijdar 2015•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2015
ŞANLIURFA
Li Îstasyona Berkêşana Kelhenekan a Bîrecîka navçeya Rihayê di bin çermê kelhenekên ku nesla wan li ber tunebûnê ye de bi armanca parastin û berhevkirina agahiyên der heqê wan de "çîp" hatin bicihkirin.
Îstasyona Berkêşana Kelhenekan a Bîrecîkê ji hêla Wezareta Daristan û Karên Avê ve di sala 197an de hat avakirin û ji bo jiyan û pirbûna çivîkan xebatên xwe didomîne.
Kelhenekên ku dema wan a qûpketinê di mehên biharê de dest pê dike li qeraxa Çemê Firatê tên berdan û di meha tîrmehê ya ku koç dikin de jî careke din tên girtin û dikin qefesê.
Li herêmê kelhenek ku "nîşana bereketê" tên hesibandin di qefesan de bi qiymeyê bêbez, hêka kelandî, gizêrê rindekirî, êmê mirîşkan û penêrê bê xwey ve tên xwedîkirin.
Bi hewl û xebata ekîbên Serokatiya Daîreya Jiyana Kovî ya Miduriyeta Giştî ya Parkên Neteweyî û Jiyana Sirûştî ku li Îstasyona Berkêşana Kelhenekan a Bîrecîka kirin ve xelek avêtin pêkên 52 çûçikên kelhenekan ku îsal ji hêkê derketin.
Bi saya xebatên parastinê hejmara kelhenekan her sal zêde dibe û niha ji 200î zêdetir kelhenek hene û bi navbeynkariya peykê ve tên şopandin û li kê derê bin tên tespîtkirin.
Midûrê Şaxa Rihayê ya Jiyana Kovî ya Parkên Neteweyî Fehmî Yuksel daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku analîzkirina zayenda kelhenekan pir zehmet e û ji bo vê yekê jî divê ji wan xwîn bê hildan û li serê lêkolîn bê kirin.
Yuksel destnîşan kir ku ji bo kelhenekan baş nas bikin û biparêzin bi navbeynkariya peykê dest bi şopandinê kirine û wiha dewam kir: "Heke xebatên genetîk nebin meriv nikare zayenda van çivîkên pir girîng eşkere bike. Kelhenek nêr be yan jî mê be ev yek bi saya analîzê tê tespîtkirin. Me îsal çîpa GPS-GSMyê bi 2 kelhenekan ve kir. Bi vê rêyê tevgerên wan, heta kê derê û çiqasî difirin, ji kê derê derbas dibin, li cihê ku tişta lê dixwin çiqasî dimînin emê çêtir tespît bikin. Kelhenek niha ji ber ku li ber tunebûnê ne ji bo koçê destûr nayê dayîn û ji meriv û heywanên kovî tên parastin. Lê dema ku şert û merc bi cih bên ev kelhenek wê berî sirûştê bên dayîn û koçî kê derê dikin ev yek jî wê bê şopandin."
- Kelhenek
Kelhenek li çar aliyê dinyayê bi tenê li Bîrecîka navçeya Rihayê û li Fasê hene û ew jî bi bername û xebatên taybet ve tên parastin. Navê zanistî yên kelhenekan "gerontîcûs eremîta" ye serê wan rût e patîka wan jî bi pirç e. Kelhenekên ku nav kevir û zinarên li qeraxê Çemê Firatê ji xwe re kirine hêlîn kêzik û kişokan dixwin û jiyana xwe didomînin.