26 Mijdar 2015•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2015
HATAY
Li Sûriyeyê êrîşên rejimê yên bi piştgiriya ûrisan zêde bûn û malbat cî û warên xwe terk dikin tên Tirkiyeyê. Malbatên ku xwe sipartin Tirkiyeyê nika bi êş û jana eqrebeyên wan ên ku li wê derê man va dijîn.
Gelek welatiyên Sûriyeyê ji ber şerê ku li welatê wan ev 4 sal e dewam dike cî û warên xwe terk nedikirin, lê belê di van rojên dawîn da êrîşên bi piştgiriya ûrisan zêde bûn ev kesan jî welatê xwe terk dikin.
Malbat êdî li ber êrîşên ku ji hewayê û beja tên kirin tamîş nabin, bi êş û jana eqrebeyên wan ên ku mirin va welatê xwe terk dikin û xwe dispêrin Tirkiyeyê.
Meryem Mislîma 32 salî ya ku heftek berê bi qîza xwe ra ji Îdlibê hate Reyhanliya navçeya Hatayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku heta nika li ber êrîşan tamîş dibûn lê belê bi piştgiriya ûrisan va êrîşên rejimê zêde bûn.
Mislîmê got ku di bombebaranê da mêrê wê û 3 zarokên wê mirin û wiha pê da çû: "Ji destpêka şer virda me nexwest ku welatê xwe terk bikin û li ber êrşan tamîş bûn. Lê belê bombebaranên di van rojên dawiyê da welat xistin xirabe. Bombeya ku di ser mala me da ket em pêrîşan kirin. Di bombebaranê da mêrê min û 3 zarokên min mirin û li pêşiya min xêncî revê rêyek nema."
- 30 kes di çavî xanî da
Mihemed Ehmedê ku ji êrîşan revî got ku ev 12 roj e li Reyhanliyê di çavî mal da bi 30 eqrebeyên xwe ra dimîne.
Ehmed diyar kir ku ligel hemû tengasiyan şikur dikin ku hê li jiyanê ne û wiha axivî: "Cî û warên me di bin bombebaranê da ne. Di êrîşan da 3 eqrebeyên min mirin."
Welîd Ehmed Silêmanê ku bi 3 zarokên xwe ra hat Reyhanliyê destnîşan kir ku Esed û Rûsyaya tevkarê wî bi hezaran malbat ji warên wan kir û welatê wan qetand.
Silêman got ku ewqas êş kişandin û di tengasiyan da man lê dîsa jî şa dibin ku li jiyanê ne, hêviya wan ew e ku di demeke kin da şerê li welatê wan biqede.