25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2017
STRAZBURG
Lijneya Giştî ya Meclisa Parlementer a Konseya Ewropayê (MPKE) li Strazburgê civiya û di rûniştina bi serenava "Li Xezeyê qeyrana mirovahiyê" de li ser rapora ku Parlementera swêdî Eva-Lena Jansson amade kiribû hevdîtin kir û ji bo pêşnûmaya der heqê mijarê de deng da. Di pêşnûmayê de hat diyarkirin ku ji aliyê mirovahî û siyasî ve gelek encamên giran ên ablûqeya ser Xezeyê ya ku ev 9 sal in ji aliyê Îsraîl û Misrê ve tê kirin heye.
- "Ji sedî 80yê gelê Xezeyê hewceyê arîkariyê ye"
Di pêşnûmaya 12 madeyî ya tê diyarkirin ku "MPKE ji ber rewşa li Xezeyê û ji ber ku civaka navneteweyî û aliyên eleqedar bergiriyên derbasdar nastîne gelekî bifikar e" û tê gotin ku ji sedî 80yê gelê Xezeyê hewcedarê arîkariya mirovahiyê ye.
Di pêşnûmayê de hat destnîşankirin ji bo ku li Rojhilata Navîn îstiqrar bê bidestxistin mijara sereke ew e ku qeyrana mirovahiyê ya li Xezeyê bê çareserkirin û berpirsyariyên ku divê civaka navneteweyî û Îsraîl bi cî bîne tên rêzkirin. Li gor vê ji bo ku li Xezeyê ji pirsgirêka av û vejenê re çareseriyên mayînde bên dîtin, dibistan bên avakirin, fealiyerên avakirina avahiyan bên kirin fonên hewcedar bên dîtin bangî civaka navneteweyî dike. Di pêşnûmayê de ji bo ku abluqe bê rakirin, astengiyên ser îxracata di serî de berhemên çandinî û tekstîlê yên Xezeyê bên rakirin, bihêlin ku Xeze bêhna xwe bide, rezervên ava vexwarinê yên Xezeyê bên zêdekirin, ji bo masîgiran qada masîgirtinê derxînin 20 mîlê, li herêmên tampon û qadên masîgirtinê hember sivîlên filistinî hêza zêde bê bikaranîn bangî Îsraîlê dikin.