Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe de diyar kir ku Mustafa Kemal di berhema xwe ya bi navê "Nûtûk" de der barê binavkirina Meclisa yekemîn de ray û ramanên xwe dibêje û wiha axivî: "Di halê dawîn yê berhema xwe de meclisê wek 'Meclisa Muessisan' bi nav dike, yanê 'Meclisa Avaker' dibêje. Ji ber ku rasterast îzah nake, naxwaze bike û ji Erzirom û Sêwasê bertek tên, diyar dike ku gotina 'Meclisa Malik a Xwedî Destûr' bi kar tîne. Bêguman meclisa yekem mecliseke avaker e. Lê wek ku Mustafa Kemal jî dibêje, meclisa yekemîn di dema dewleta Osmanî de hatiye avakirin û xwediyê destûrên taybet bû. Di 23yê nîsana 1920an de Tirkiyeke nû tê avakirin. Lê ev Tirkiye li ser medeniyeteke qedîm tê avakirin. Di vir de hemû misilman yek hatine dîtin. Di vê Tirkiyeya nû de dê kurd hebin an na, ev di wê demê de hatiye nîqaşkirin. Ji bo ku di dewleta nû de kurd tunebin, ji derve de hin hewldan û rûdan derketin. Lê kurdan dev ji birayên xwe yên tirk berneda û bûn perçeyekî avaker ê Tirkiyeya nû. Wek kurd û tirkan, çerkez, boşnak, ernawut, romen, gurcî û kêmnetewên din wek avaker di vê meclisê de cih girtin."
Serokwezîr Erdogan der barê pîrozkirina 1ê gulanê ya li Taksîmê de jî axivî û wiha got: "Ez rica dikim û cardin dibêjim, wek Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê dibêjim, hêviya xwe ji Taksîmê bibirin. Fermo, werin û li Yenîkapi û Maltepeyê pîroz bikin. Bi dewletê re nekevin nav nîqaş û vekêşanê û hizûra gel û esnafê me xirab nekin. Heke ev roja aştiyê be em nekin roja pevçûnê û terorîze nekin. Hin dixwazin Tirkiyeyê bikin wek Misir û Ukraynayê, bila qet xwe neêşînin û hewl nedin, bi ser neketin û dê bi ser nekevin. Gel sebir kir û derneket kuçeyan, li ser sindoqê jî peyama xwe eşkere kir. Gel raya xwe da hizûr û îstiqrarê. Em ê firsendê nedin kesên ku piştî 30yê adarê xwestin kuçeyan berî hev bidin."