Li nêzîkî xaçerêya Şaşmazê ya li ser rêya Enqere û Stenbolê otobêseke şaredariyê ya bi plaqeya 06 BV 9206 û şofêrê wê hê nehatiye tesbîtkirin û minîbuseke bi plaqeya 06 BR 8761 ya ku di navbera Eryaman û Ulusê de dixebitî û şofêrê wê Cuma Şahbaz e li hev qelibîn.
Ji ber lihevketinê minîbus welgeriya, otobês ewil li rawestgehekê û dû re jî li pireyeke rêwiyan ket.
Li gor agahiyên ewil 2 kes mirin û jê 6 kesê wê giran gelek kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên nêzîk.
Birîndarên di hundirê otobês û minîbusê de asê man ji hêla tîmên agirkujiyê ve tên xelaskirin. Ji ber qezayê aliyekî rêya Enqere û Stenbolê ji çûyîn û hatinê re hat girtin.