ADIYAMAN
Li Bazara Otorakçiya Semsûrê şewat derket. Der barê şewatê de Şaredar Necîp Buyukaslan got: "Me şewat bi mudaxeleyê girt bin qontrolê, xebatên sarkirinê didomin."
Buyukaslan çû cihê şewatê, li kergehên zirar ditin lekolîn kir û ji rayedaran agahî standin.
Buyukaslan di daxuyaniya da nûçevanê AAyê de got ku şewat li kargehên xeratan derket. Ji ber vê yekê jî di demek kurt de belavî ser çend kargehên din jî bû.
Buyukaslan diyar kir ku agirkuj bayêbazê gihiştin cihê bûyerê û mudaxeleyî şewatê kirin. Niha şewat di bin qontrolê de ye û xebatên sarkirinê jî dewam dikin.
Di şewatê de 7 kargeh bi temamî şewitîn, 3 kargehan jî zirareke mezin dîtin.