ŞANLIURFA
Welatiyek, li navçeya Ceylanpinara Şanliurfayê ku li sînorê Sûriyê ye, bi perçeyê şarapnalê birîndar bû. Naye zanîn ka ev perçeyê şarapnelê ji ku hatiye.
Li gorî agahiyan Emrah Îbek (17), li taxa Mevlana, li hewşa mala xwe bi malbata xwe re rûniştî bû û perçeyekî şarapnalê li ket.
Merivên Îbek, wî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Ceylanpinarê û piştî dermankirinê Îbek hate mala xwe.