Elif Orhan
03 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2015
Li Eleşgira navçeya Agiriyê ambûlans wergeriya. Di encama qezayê de 6 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ambûlansa bi plakaya 04 AB 144 a ku Yildirim Temel diajot û ji Agiriyê nexweş dibir Erziromê li mewqiya Çemê Saricanê wergeriya.
Di qezayê de ajokarê ambûlansê Temel, xebatkarên tenduristiyê Sîbel Beyaz û Ayşe Çaliîkan û nexweş Asiye Çankaya, refakatvanên wê Muhîttîn û Abdûrrahman Çankaya birîndar bûn.
Birîndaran bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xorasanê, piştî midaxaleya ewil birîndar sewqî Nexweşxaneya dewletê ya Erziromê kirin.