Akif Yaman
23 Hezîran 2024•Rojanekirin: 24 Hezîran 2024
BARTIN (AA) - Li Amasraya navçeya Bartinê 2 wesayît li hev qelibîn, 3 kes mirin û jê yek giran 2 kes jî birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê Selçuk E. (20) û plaqeya wê 74 AAG 388 e li ser rêya Bartin-Kurucaşîleyê li nêzîkî gundê Alîobasiyê li wesayîta ku şofêrê wê Celîl D. (74) û plaqeya wê 34 BPN 96 e qelibî.
Di qezayê da Hanife D. (71), Berat Y. (19) û Erol K. (19) birîndar bûn.
Li ser cabdayînê ekîbên tenduristî, polês û agirkujê hatin cihê qezayê.
Ekîban şofêr Selçuk E. ji wesayîtê derxistin, lê hat tesbîtkirin ku miriye.
Ji birîndaran Hanîfe D. û Berat Y. yên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bartinê jî ji mirinê nefilitîn.
Hat ragihandin ku rewşa Erol K. jî giran e.