16 Sibat 2016•Rojanekirin: 17 Sibat 2016
ÎZMÎR
Li Îzmirê 62 penaberên sûrî yên ku hewl didan dereqanûnî herin giravên Yewnanîstanê hatin girtin.
Li gor agahiyan li Bucaya navçeya Îzmirê tîmên Midûriyeta Şaxa Asayîşê li ser kolana Hoca Ehmet Yesevî kamyona ku plaqeya wê 71 FF 024 bû dan sekinandin û lêgerîn kirin. Tîman dît ku di kamyonê de jê hinek zarok û jin bi giştî 22 penaberên sûrî hene. Li ser vê tîman şofêr û kesê ku li cem wî rudinişt binçav kirin.
Li navçeya Konakê jî polêsan xwastin mînîbusa ku plaqeya wê 35 U 9757 bû bisekînin, lê şoforê mînîbusê guh neda hişyariya û nesekînî û li taxa Basmaneyê qeza kir. Piştî qezayê şofêr reviya û 40 penaberên ku di wesayîtê de bûn hatin girtin. Ji bo ku şofêr bê girtin jêpirsîn dewam dike.