Orhan Alca
02 Nîsan 2026•Rojanekirin: 05 Nîsan 2026
Li Hîzana navçeya Bidlîsê Rabîa Ilgaza 5 salî ya ku duh winda bûbû, bi saya xebatên ekîb û gundiyan hat dîtin.
Ji bo Ilgaza ku duh li gundê Sagirkayayê winda bûbû bê dîtin, xebatên lêgerînê yên berfireh hatin kirin.
Cendirme, qomando, gundparêz, endamên Komaleya Lêgerîn û Xelaskirinê ya Hîzanê û ekîbên AFAD û UMKEyê çûn herêmê û wan bi gundiyan ra li herêmê xebatên lêgerînê kirin.
Di lêgerînê da hemû alavên teknîkî û kuçikên şoplêgerînê jî hatin bikaranîn.
Piştî xebatan, keçika biçûk qasî 5 kîlomêtro li dûrî mala xwe li eraziyê hat dîtin.
Waliyê Bidlîsê Ahmet Karakaya ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew kêfxweş in ku keçika biçûk bi saxî hatiye dîtin.
Karakaya anî ziman ku ew qasî 5 kîlomêtro li dûrî mala xwe ji hêla wezîfedaran va hatiye dîtin û wiha axivî:
"Dema ku li pêş mala xwe lîstiye ji malê dûr ketiye û winda bûye. Şikir bi sax û silamet hat dîtin. Rewşa wê baş e. Ekîbên me kontrolên pêwîst dikin. Lêkolîna li ser mijarê dewam dike."