Ulaş Güven
02 Nîsan 2026•Rojanekirin: 04 Nîsan 2026
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê xebata vekirina rêya gund berdewam e.
Ekîbên Şeftiya Şantiyeya Yuksekovayê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê xebatên xwe yên vekirina rêyên girtî yên li deverên bilind didomînin.
Ekîbên berfê di vê çarçoveyê da li herêma Daglicayê du roj e di rêya gundê Bostancikê da dixebitin ku rêya girtî vekin.
Li hin cihên ku şepe ketiye, stûriya berfê cih cihan derdikeve 5 metreyan û lewma ekîb bi zehmetî bi pêş va diçe.
Ekîbê bi xebata bi du rojan va beşeke mezin a rê vekir û xebata xwe didomîne ku qismê mayîn jî veke.