Ahmet Dengeşik
05 Îlon 2025•Rojanekirin: 07 Îlon 2025
Li Gença navçeya bingolê minibês welgeriya şerampolê, 7 kesên di wesayîtê da birîndar bûn.
Minibêsa ku M.g diajot û hê plaqeya wê nehatiye hînbûn li texma gundê Saxgozeyê ya navçeyê ji kontrolê derket û welgeriya şerampolê.
Di qezayê da 7 kesên di wesayîtê da birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî û cendirmeyan sewqî herêmê kirin.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneyên Dewletê yên Genç û Bingolê.