13 Mijdar 2015•Rojanekirin: 15 Mijdar 2015
BINGOL
Welatiyên ku ji çapemeniyê hîn bûn ku parçeyên meteora ku di 2yê îlonê de ket gundê Sariçayira girêdayî Bingolê biqîmet e ji bajarên derûdor tên û li herêmê li meteoran digerin.
Li çapemeniyê nûçeyên dibêjin ku parçeyên meteorê yên ku ketin gundê Sariçayirê biqîmet in belav bûn. Li ser vê yekê welatiyên ku ji gundên derûdor hatin Bingolê li hawirdora gundê Sariçîçek û Ekînyoluyê li keviran digerin.
Îsmaîl Ergunê (37) bavê 3 zarokan ê ku meteorên ku dîtin firot û ji xwe re erebe sitand wiha axivî: "Min bi kevirên ku min firot ûris hewcedariyên xwe pêk anîn, deynê xwe ji awistiryayiyan re da, bi meteorên ku min firot amerîkayiyan jî bi 43 hezar lîreyê erebe sitand."
Ergun diyar kir ku ji 2yê îlonê pê ve li meteoran digerin, hinek kevir berhev kirin, grama wî ji 15 lîreyî firotin kesên ku ji Rûsyayê hatin, ji vê jî 6 hezar lîre qezenc kir.
Ergun qal kir ku bihayê 15 hezar lîreyî kevir firotin awistiryayiyan û wiha axivî:
"Pişt re amerîkayî hatin, min firote wan jî. Min bi 43 hezar lîreyî erebe sitand. Ez niha hê jî li keviran digerim. Min bi kevirekî erebeyek sitand. Hûn dikarin li çiya û deştên derûdora gundê me keviran bibînin. Di destê min de 30-40 gram kevirê din heye. Min wan jî ji bo ku hewcedariyên xwe pêk bînim hiştine."
Welatiyekî kal ê nexwest ku navê wî bê eşkerekirin ê ku ji Meletiyê hat jî got ku ji bo lêgerîna keviran hatiye.
Mêrikê kal diyar kir digel ku çendî saetan lê geriya jî tu kevir nedîtin û wiha axivî: "Ez jî li keviran digerim. Heke bibînim ez jî dê wekî her kesê bifroşim. Min bihîst ku grama wî bi 50-60 dolarî difroşin. Ez ji Meletiyê hatim. Mala keçeke min vir e. Ez hatim serdana wê, piştî wî îro derketim û li keviran digerim."