Ji ber salvegera Abdullah Ocalanê ku 16 sal berê ji Kenyayê anîn Tirkiyeyê û paşê cezayê muebetê xwar û şandin Girtîgeha Îmraliyê, li Îdirê meşek hat lidarxistin.
Teşkîlatên HDP û DBPyê yên bajêr, li Kuçeya Çapemeniyê hev civiyan û ji Kolana Bazidê heta Parka Medet Serhet meşiyan.
Hevserokê Îdirê yê DBPyê Murat Yerlîkaya li vir daxuyand ku Ocalan bi komployeke navneteweyî ve hatiye girtîn û ew wisa anîne Tirkiyeyê.
Yerlîkaya wiha axivî: "Bandora vê komployê wê bi sedsalan dewam bike. Armanc ew bû ku Ocalan ji holê rakin, an jî teslîmê Tirkiyeyê bikin. Xwestin ku bi vî awayî di navbera kurd û tirkan de şerekî ku wê demek dirêj dewam bike dest pê bike. Lê sekna Ocalan a birêgez û pêşdîtina wî ve ev komplo hat xirabkirin."
Komê pişt re çalakiya runiştinê kir û bê pirsgirêk belav bû.