BÊRÛT
Pêşengeha ku berhemên 19 xetatên ku ji welatên ereban hatine û li Bêrûta paytexta Libnanê tên pêşandan eleqeyeke mezin dît.
Xetat Mihemed Îskenderaniyê ku berhemên wî jî di pêşengehê de tên nîşandan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku berhemên 19 xetatî di vê pêşengehê de hatin nîşandan û wiha got: "Bi vê pêşengehê em berhemên resen ên hunera destxetê nîşanî nifşên nû didin. Divê nifşên nû vê hunerê bizanibin."
Mixtar el-Babayê Libnanî yê ku bi 4 berhemên xwe ve beşdarî pêşengehê bû, diyar kir ku ev huner ji holê ranabe, lê divê ku rê û rêbazên vê hunerê biguherin û wiha got: "Ciwanên nû ne hunera destxetê û ne jî erebî baş dizanin. Em nabêjin bila ciwan bibin xetat, bila rastnivîsandinê bizanibin bes e."
Pêşengeh hefteyek e vekirî ye û sibê dê bi dawî dibe.