Xwendekarên boşnakî yên wê demê ku îro li welatê xwe xwediyê meqamên gelek girîng in, hê jî Davutoglû ji bo xwe wek mamoste dibînin.
Xwendekaran fikr û ramanên xwe yên der heqê Davutoglû de bi AAyê re parve kirin.
Midûrê Giştî yê Bosna Bank Internationalê (BBI) Amer Bûkvîçê ku di sala 1991an de ji bo perwerdehiya "aboriyê" çûbû Malezyayê, Davutoglû nas kir. Davutoglû wê demê Serokê Beşa Têkiliyên Navneteweyî bû.
Amer destnîşan kir beşa têkiliyên navneteweyî bi saya namzedê Serokwezîrtiyê xwendiye, lewra Davutoglu wê demê ji wî re wiha gotiye: "Amer li welatê we şer heye û ji we re dîplomat lazim in. Ji ber vê jî tu derbasî Beşa Têkiliyên Navneteweyî bibe."
Li ser vê daxwazê Amer got ku ew derbasî vê beşê bûye û di hemû dersan de Davûtoglû ji bo wan bûye pêşeng û wiha dewam kir: "Wî Têkiliyên Navneteweyî bi me hemûyan da hezkirin. Ji bilî dersên navneteweyî Davutoglû der heqê aboriyê de jî xwediyê agahiyên berfireh e û ew agahî jî gelek bi kêrî me hatin."
- "Wî me wek zarokên xwe dihesiband"
Midûrê Al Jazeerayê yê Balkanan Edhem Foçoyê ku wê demê li heman zanîngehê di beşa hiqûqê de dixwend jî got: "Dema ku em çûn Malezyayê Davutoglû em wek zarokên xwe hesiband û bi vî awayî bi me re eleqedar bû. Dihat ba me, di pêşbirkên fitbolê de ew jî dileyîst û em bi hev du re diçûn seyranê."
Foço diyar kir ku ne bi tenê xwendekarên ku ji erdnigariya Osmanliyê bûn, hemû xwendekaran ji Davutoglû pir hez dikir.