ANKARA
Li Behra Reş bi lerza 4.1ê, li Tersûsa navçeya Mêrsînê bi lerza 4an û li Karataşa Edeneyê bi lerza 3.5an erdhej qewimî.
Enstitûya Lêkolîna Erdhejê ya Rasatxaneya Kandiliyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê ragihand ku erdheja Behra Reş di saet 05.34an de qewimî.
Hat ragihandin ku erdheja Tersûsê ya ku navenda wê Kefelî bû di saet 06.25an de, ya Karataşê di saet 06.29an de û ya Behra Reş di saet 05.34an de qewimî.