PEKÎN
Hat ragihandin ji ber barana guj a ku ev hefteyeke li Çînê dewam dike, lehî rabû. Li herêmê di encama lehiyê de bi tevahî 34 kes mirin û 21 kes jî winda bûn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Welatiyan a Çînê li eyaleta Gîûcoû, Hûnan, Cîangşî, Hûbey, Siçûan, Yunnan û bajarê Çongçînê ji ber barana guj lehî rabû. Li welêt ji ber lehiyê zêdetirî 9 milyon kes di bin bandora lehiyê de man.
Hat diyarkirin ku hejmara miriyan derket 34an û 21 kes jî winda bûn.
Di encama lehiyê de li herêmê 5,21 milyar yuen (839,8 milyon Dolarê DYAyê) xisar pêk hat.