Damlanur Teyhun
15 Hezîran 2023•Rojanekirin: 16 Hezîran 2023
DIYARBAKIR (AA) - Rêveberiya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Yenîşehira Diyarbekirê semînerên xwe yên ji bo dêwbavan didomîne.
Li gorî daxuyaniya Şaredariyê li Hola Zewicandinê ji bo dêwbavan bi mijara "Peywendîkirina Dêwbav û Zarokan" semîner hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê li ser zarê Wekîlşaredarê Yenîşehirê Murat Beşikçi wiha hat gotin:
"Perwerdeya pêşdibistanê, dibe pişteka geşeya civakî û hestiyarî ya zarokan. Herwiha dema dest bi jiyanê xwendin û perwerdeyê kirin ji wan re dibe hevsengiya firsendê. Ji ber vê yekê bi mebesta dabînkirina pêdawistiya perwerdeyê piştka geşeyê ji bo zarokên ku nikarin biçin dibistanê, em ji bo dayikan semîneran lidar dixin."