Rıdvan Korkulutaş
15 Hezîran 2023•Rojanekirin: 16 Hezîran 2023
BÎNGOL (AA) - Li Bîngolê ji ber barana gur li Sîteya Pîşesaziyê ya Biçûk hin kargeh di binê avê da man.
Li bajêr piştî nîvro baran barî û her ku çû zêde kir.
Li Sîteya Pîşesaziyê ya Biçûk ya Taxa Kaleonuyê hin kargeh di binê avê da man.
Di kargehan da zirar çêbû esnafan hewl dan ku avê texliye bikin.
Ayhan Guncegoruya atolyeya wî ya mobilyayê di binê avê da maye got melzemeyên wî şil bûne.
Ayhan Savaş jî got ew mexdûr bûne, ji bo dîsa lehî çênebe û ew di binê avê da nemînin divê çareserî bê dîtin.