17 Sibat 2016•Rojanekirin: 17 Sibat 2016
ANKARA
Li Enqereyê dema ku wesayîta leşkerî ji tanga ciyê ku Kuçeya Merasimê bi Kolana Dîkmenê tê girêdan a li ser Bulvara Înonuyê teqînek çêbû. Waliyê Enqereyê Mehmet Kiliçlar got ku li gor texmînan teqîn ji ber wesaîteke bombebarkirî çêbûye û li gor agahiyên ewilîn 5 kes mirin, 10 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin di teqînê da sê wesaîtên servîsê û wesaîteke taybet xesareke mezin hilda.
Wesaîtên ku ji wê kolanê ra derbas bûn jî camên wan şikestin.
Gelek ekîbên tenduristî û îtfaiye sewqî cihê bûyerê kirin.
Waliyê Enqerê Mehmet Kiliçlar der heqê teqînê da daxuyanî da û got ku di konvoya servîsa leşkerî da teqîn çêbû û wiha dewam kir: "Li gor agahiyên ewilîn 5 kes mirin, 10 kes birîndar bûn. Li gor texmînan wesaîteke bombebarkirî hatiye teqandin."